TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Bedela şerê di çûnehatinê de giran bû: 900 hezar lîre ceza hat birîn

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 09 nîsan 2026 12:35
Li Tirkiyeyê ji bo ku pêşiya şer û aloziyên di çûnehatinê de bê girtin yasayên nû têne cîbicîkirin. Li bajarê Kayseriyê 900 hezar lîre ceza li kesên ku di çûnehatê de şer kirin hat birîn. 

RûpelNews - Li dijî bûyerên tundiya di çûnehatinê de yasayên ku hatibûn amadekirin têne cîbicîkirin. Li navçeya navendî ya Kocasînan a Kayseriyê, du ajokar û rêwiyên wan ên ku ji bo şer derketibûn derveyî wesayîtên xwe, bi giştî bi 900 hezar lîrayan hatin cezakirin. Herwiha ehlîyetên ajokaran ji bo 60 rojan hatin sekinandin.

Bûyer bi kamerayê hatibû tomarkirin

Tîmên Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Kayseriyê, piştî belavbûna vîdyoyekê li ser medyaya civakî bi sernavê "Li xwarê Ihlamurê pevçûneke trafîkê derket", lêpirsînek da destpêkirin.

Piştî ku wesayît ji aliyê tîman ve hatin tespîtkirin, li gorî bendên têkildar ên Yasaya Trafîka Rêyên Giştî, li ser her du ajokar û rêwiyên di wesayîtan de cezayên îdarî yên bi tevahî 900 hezar lîrayan hatin birîn.

Ehliyetên wan ên ajotinê jî hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku ehliyetên ajotinê yên ajokaran her yek ji bo 60 rojan hatin sekinandin, û her wiha wesayît ji bo dema 60 rojan ji rêyan hatin qedexekirin. Wekî din, li dijî ajokaran bi tohmetên "xistina ewlehiya rê di xeterê de" dozên cezayî hatin vekirin.
Di heman demê de, du motosîkletvanên ku hatibû tespîtkirin ku tevlîhevî çêkirine, her yek ji wan bi giştî bi 251 hezar lîrayan hatin cezaykirin.

Parve bike: