TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Bavê Pêsmergeyê ku PKKê sehîd kir: Ev dijminatî ye ne kurdayetî ye…

📅 05 mijdar 2020 15:19

PeyamaKurd – Bavê Pêşmerge Hêriş Cewher Mihemed ku doh 4ê Mijdarê, di encama êrîşa çekdarên PKKê de li Çemankê ya Amediyê hat şehîdkirin axivî û got, "Bi rastî ew karê ku PKKê kiriye, dijmantî ye, ne kurdayetî ye.”

Bavê Pêşmergeyê şehîd peyamê dide PKKê û wiha dibêje:

"Peyama min ji PKKê ew e, êdî kurê xelkê nedin kuştin û şehîdkirinê. Li pêşiya kurd û Kurdistanê nebin asteng. PKK'ê axa me dagir kiriye. Her roj xelk di nava bêewlehiyê de dijîn ji ber firokeyên Tirkiyê ku bi roj û bi şev bi ser wan de difirin. Xelkê gundên xwe vala kirine. PKK baştirîn cih (Li Herêma Kurdistanê) dagîr kirine. Dema Pêşmerge diçin wir, jê re dibêjin ev sînorê me ye, neyin sînorê me! Em li axa xwe, hewşa xwe û sînorê xwe ne. Hîn jî ew dibêjin sînorê me ye. Ligel wê jî, wan bombe çandine û dibêjin, derbas nebin."

Pêşmergeyê şehîd Hêrîş Cewher piştî ku bi êrîşa PKKê şehîd bûye li pey xwe dê û bavekî pîr, çar zarok û hevjîna xwe hişt.

Bavê Pêşmergeyê şehîd Cewher ji K24ê re axiviye û gotiye, "Kurê me 18 sal in Pêşmerge ye. Piştî çar-pênc rojan bi Eqîd Şeyda re çû Duhok û Çiyayê Metînê. Kurê min beriya şehîd bibe bi dayika xwe re axivî û got ku ew li gel heval û berpirsên xwe serdana navendên Pêşmergeyan a li herêmê dikin”.

"Nûçeya birîndarbûna wî hat, lê me dizanî şehîd bûye."

Bavê Pêşmergeyê şehîd dibêje, nûçe gihîştiye wan, ku kurê wan birîndar e. Lê wan zanîn ku şehîd bûye û got: "Demjimêr nêzî 11:30 bû, me nûçe bihîst. ji ber dilê dayika wî, ji diya wî re gotin ku Hêrîş birîndar û bi selamet e. Lê me çendî pêwendî pê re kir, wî bersiv neda. Ji ber vê yekê em pê hesiyan ku tiştek çêbûye. Me şopand û em gihîştin wê encamê ku li nexweşxaneya Hawarhatinê ya Duhokê ye.

PKKê çawa êrîş kir?

Dema PKKê pê hesiyan ku ew bi wê rêyê de diçin û serdana herêmê dikin, li ser rê bombe danîn. Cewher got, "Mîna ku min bihîstiye, ji wan re mayînek vedane."

"Li hemû canê wî saçme, birînên mezin û şûna gula hebûn."

Di jiyanê de yek ji demên herî zehmet ew e ku kesek hezkiriyekî xwe ji dest bide. Çendî ji bo bavê Hêriş zehmet e, bi taybet dema ku li cenazeyê kurê xwe dinêre, beriya ku bê veşartin.

Cewher got, "Dema ku xwestin cenazeya wî li malê bişon, min li cenaze nihêrî û min hemû canê wî dît, ji bilî birîneke mezin li serê wî hebû, li milê wî cihê mîna guleyê xuya bû. Min ewqas dît, lê dibêjin gulên din jî lê hebûn."

Peyama bavê cegerşewitî ji PKKê re

Bavê Pêşmergeyê şehîd dibêje: "Peyama min ji PKK'ê ew e, êdî kurê xelkê nedin kuştin û şehîdkirinê. Li pêşiya kurd û Kurdistanê nebin asteng. PKK'ê axa me dagir kiriye. Her roj xelk di nava bêewlehiyê de dijîn ji ber firokeyên Tirkiyê ku bi roj û bi şev bi ser wan de difirin. Xelkê gundên xwe vala kirine. PKK baştirîn cih (Li Herêma Kurdistanê) dagîr kirine. Dema Pêşmerge diçin wir, jê re dibêjin ev sînorê me ye, neyin sînorê me!"

Herwiha dibêje: "Em li axa xwe, hewşa xwe û sînorê xwe ne. Hîn jî ew dibêjin sînorê me ye. Ligel wê jî, wan bombe çandine û dibêjin, derbas nebin."

"Ev karekî terorîstî ye."

Bavê Hêriş, PKK'ê bi kiryarên terorîstî sûcdar dike û destnîşan dike, "PKK karê terorîstî dike, ew dijminê kurd û Kurdistanê ne û li dagerkeran guhdarî dikin, heger na çawa di vê dema hestiyar de ku gelê kurd di rewşeke aborî ya dijwar de ye û dijmin dora  me girtiye, ew dagerkerê planên dijmin cibicî dikin. Li ser navê Kurdîtiyê vê dikin, lê mixabin ev ne kurdayetî ye, teroristî ye û dijminatiya li berjewendiyên Kurdan e."

Peyama ji serkirdeyên PKKê re

Di beşeke din a axaftina xwe de ji bo serkirdatiya PKK'ê, bavê Pêşmergeyên şehîd dibêje: "Ji bo rêveberên PKK'ê yên ku van tabûran dişînin tiştên wisa dikin, bi rastî jî ev yek li dijî gelê kurd, karekî nerewa ye. Ew ne kurdewarî ye, neyartî ye. Ez hêvî dikim ku ji axa me derkevin û vegerin ser axa xwe û tu kesên din şehîd nebe. Ew vê sînorê wek yê xwe dibînin, lê ev Kurdistanê me ye û ew dagirker in.''

Rewşa malbata wî

Ji dema hevjîna wî şehadeta hevjînê xwe bihîstiye, li gorî gotina xazûrê wê, rewşa wê ne cîgir e.

Cewher dibêje: "Bûka min di rewşeke pir nearam de ye. Heta ku me ew bi xwe re bir Duhokê, ew haje xwe tune bû. Nediaxivî û rewşa wê bi rastî xirab bû."

Duh danê sibê li navçeya Çemankê ya ser bi Duhokê ve ji bilî ku bombe di rêya karwaneke Pêşmerge de veda, PKKê êrîşî ser Pêşmerge kir û di navbera wan de pevçûn derket. Di encamê de, ji bilî şehîdbûna Hêriş Cewher, du Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Vê êrîşê hem li navxwe hem jî li Iraqê karvedaneke tund li pişt xwe anî. Vê sibehê hikûmeta Iraqê ew êrîş şermezar kir û ragihand ku ji bo sînordarkirina PKK'ê, ewê her rêkarekê bigirin.

K24

Parve bike: