Barzanî, Papa vexwend Herêma Kurdistanê
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Vatîkanê ligel rêberê olî Katolîkan Papa Leo yê XIV. hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rewşa Xiristiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê, çanda pêkvejiyanê di navbera civakên olî de, û tevkariya Vatîkanê ji bo diyalog û aştiyê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku wî Papa Leo XIV vexwendiye Herêma Kurdistanê. Barzanî diyar kir ku di serdana xwe ya Vatîkanê de, wî tekez kiriye ku Xiristiyan û hemû civakên olî beşeke yekpare ya dîrok û nasnameya Herêma Kurdistanê ne.
Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat weşandin de, hat destnîşankirin ku Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Papa Leo XIV re girîngiya parastina mafên civakên olî anî ziman. Barzanî her wiha serdana Papa Francis a ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi bîr anî, û spasiya xwe ji bo piştgiriya Vatîkanê ya ji bo aştiyê û çanda hevjiyanê li herêmê nîşan da.