Barzanî: Kesê ji me daxwaza beşdarbûna şerê Îranê nekir
RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji medyaya îtalî ji rojnameya Corriere della Sera re axivî.
Barzanî der barê şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de sala girîngiya dîplomasî û guftûgo kir û ragihand rêbaza leşkerî çareserî nîn e ji bo çareseriyê pêwîst e bi mebesta agirbesteke mayînde aliyên pêwendîdar li hev kom bin guftûgoyan bikin.
"Em beşek ji vî şerî nîn in"
Barzanî, tekez kir ku ew rê nadin ku xaka Herêma Kurdistanê li dijî welatên cîran were bikaranîn û got, "Em li dijî vê yekê ne ku axa me wekî baregeheke leşkerî li dijî cîranên me were bikaranîn; em nabin alîgirek an beşek ji vî şerî.”
"Amerîka ji bo guhertina rejîmê li Îranê bi me re ti danûstandin nekir”
Li ser pirsa, “Gelo Kurdan di dema şer de bi hêzên navneteweyî re têkilî danî yan na”? Barzanî wiha bersiv da: "Amerîkiyan ti carî mijara guhertina rejîmê li Tehranê bi me re gotûbêj nekir. Ew bêtir bala xwe dane ser pêwîstiya rawestandina bernameyên navokî û mûşekî yên Îranê. Ti kesî ji me kurdan nexwest ku em bi awayekî leşkerî beşdarî şerê li Îranê bibin.”
"Em ji Bexdayê ne razî ne"
Barzanî, rexne li helwesta hikûmeta Iraqê kir û got, "Em ji hewildanên Bexdayê ne razî ne. Ew ji bo pêşîlêgirtina êrîşên milîsiyan têra xwe hewl nadin."
Barzanî eşkere kir ku ji destpêka şer heta niha zêdetirî 600 êrîş li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin û got, "Heta ku milîşî neyên kontrolkirin, aramiya Iraqê jî mimkûn nîn e."