TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Baregeha Barzanî salvegera 75an a PDKê û rojbûna Serok Barzanî bi peyamekê pîroz kir

📅 16 tebax 2021 00:33

PeyamaKurd - Baregeha Barzan bi helkefta 16ê Tebaxê 75 saliya damezirandina PDKê û jidayîkbûna Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Baregeha Barzanî di peyama pîrozbahiyê de her du helkeftên salvegera damezrandina PDKê û rojbûna Serok Barzanî; li Serok Barzanî û endam, alîgir û kadroyên PDKê, xelkê Kurdistanê, malbatên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya hêzên ewlehiyê pîroz kir.

Di peyamê de hat gotin, "Em hêvîdar in ev yada mezin bibe wesîleya xêr û xweşiya zêde bo Herêma Kurdistanê û bibe hevîna yekrêzî û hevkariya zêdetir di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de."

Parve bike: