TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Baranê lehî rakir û 100 mîh mirin

📅 11 tîrmeh 2020 01:29

PeyamaKurd- Li bajarê Agiriyê, nêzî navendê, li gundê Namiqê, ber destê êvarê barana zêde hat û bû sedema rabûna lehiyê. Barana zêde bi taybetî li bilindahiya bajêr bariya. Mîhên ku li zozanan bûn, li dora 100 heb ji wan li ber lehiyê bi avê de çûn û mirin.

Koçer terş û tareşên xwe biribûn zozanê gund. Lê zerara xwediyên terş ne tenê 100 mîh bûn her weha gelek heywan jî birîndar bûn û xelkê deverê bi traktorên xwe heywanên birîndar birin gundan.

Parve bike: