Aborî
Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê eşkere kir
Banka Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya xwe ya polîtîkaya faîzê weke ji sedî 37 ragihand. Ev 4 caran ser hev e ku banka rêjeya faîzê weke sabît dihêle.
RûpelNews - Komîteya Polîtîkaya Pereyan a Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê biryara xwe ya rêjeya faîzê ya ji bo meha Tîrmehê ragihand. Li gorî vê yekê, banka rêjeya polîtîkayê sabît hişt û rêjeya faîzê wek ji sedî 37 eşkere kir.
Pêşbîniya ji bo rêjeya polîtîkayê ya dawiya salê ji sedî 35 bû.
Di civîna Lijneya Polîtîkaya Pereyan a ku di meha Hezîranê de hat lidarxistin de, rêjeya polîtîkaya pereyan sabît hat hiştin û di rêjeya ji sedî 37 de ma.
Civîna bê ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê ya careke din ji bo 10ê Îlonê hat plankirin.