TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Balafirên Tirk binkeyên PKKê yên çiyayê Direbî bombebaran kirin

📅 24 sibat 2021 15:41

PeyamaKurd – Balafirên şer yên Tirkiyê îro 24ê Sibatê baregehên PKKê yên li çiyayê Direbî yên devera Wertê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku îro danê nîvro balafirên Tirk baregehên PKKê yên li çiyayê Direbî yê nehiya devera Wertê ya bajarokê Çoman yê Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.

 Li gor zanyariyên Rêveberê Nehiya Wertê, balafirên Tirkiyê tuneleke PKKê li çiyayê Dirabî bomebaran kirine û cihê stargeha PKKê rûxandine.

Çiyayê Direbî li Wertê nêzîkî çiyayê Qendîlê ye û çend salên borî tevgera PKKê li wî çiyayî hebû ku beriya niha jî ji ber hebûna PKKê, balafirên tirk Zînî Wertê bombebaran kiribûn.

Li gor zanyariyên medya Kurdistanê, balafirên şer ên Tirk baregehên PKKê yên li çiyayên di navbera Qelatukan, Çiyayê Sordê û Bêrmka yên li bajarokê Sengeserê yê li Pişdarê bombebaran kirin.

Parve bike: