TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Balafirên Rûsyayê li Helebê xistin

📅 25 mijdar 2018 19:54

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta bergiriyê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov ragihand ku hêzên hewayî yên Rûsyayê, balafirên şer rakirine ser çeperên rêxistinên ku li Helebê, sîlihên kîmyewî li hemberê xelkê bikaranîne.

Kanaşenkof ragihand ku yekîneyên keşfê yên Rûsyayê, li îdlibê li herêmên ku ji sîlih hatine paqijkirin, bi hinek grûban re tesbîta sîlihên kîmyewî kirine ku berê li dijî xelkê Helebê bikaranîne. Lewra hêzên Rûsya çeperên wan rêxistinan yên nêzî Helebê bombebaran kiriye.

Konaşenkov got ku niha heman grûbên çekdar wan sîlihan derxistine da ji nû de maddeyên kîmyewî bo xelkê Helebê bikarbînin. Lewra balafir li wan dan.

Parve bike: