TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Balafirên Îsraîlê bi sev êrîs kirin

📅 26 berfanbar 2018 11:40

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên cengî yên Îsraîlê şeva borî bi ser ezmanên Sûriyê de firiyan û depoyeke çekan a li nêzîkî Şamê bombardiman kirin.

Rayedarekî hikûmeta Sûriyê ji medyayê re piştrast kir ku depoyek hatiye bombekirin û 3 leşker birîndar bûne. Lê wî rayedarî herwiha diyar kir ku sîstemên parastina hewayî yên Sûriyê hatine xebitandin û gelek ji moşekên Îsraîlê li hewayê hatine ruxandin.

Ji aliyê Îsraîlê ve derbarê êrîşa hewayî de ti daxuyaniyek nehat dayîn.

Parve bike: