TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Balafira Rûsî mosek avêt balafira Brîtanyayê!

📅 20 cotmeh 2022 19:36

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Ben Wallace, di gotara xwe ya li parlamentoya welatê xwe de ragihand ku li Deryaya Reş balafireke rûsî moşek avêtiye balafira wan a dewriyeya rûtîn dikir.

Wallace gotiye, dema balafira Brîtanyayê li ser Deryaya Reş gera xwe ya rûtîk pêk tanî, ji balafireke rûsî moşek hatiye avêtîn û di ber balafira wan de ketiye.

Herwiha diyar kir ku bûyer 29ê Îlonê rû daye û balafira Brîtanyayê jî bêçek bûye.

Wallace da zanîn ku wan piştî wê bûyerê Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu agahdar kiriye û nîgeraniyên xwe anîne ziman ku Rûsyayê ew yek wekî erîzeyeke teknîkî nîşan daye.

Parve bike: