TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Balafirên ser ên Tirkiyê gundên Kobanî, Sirîn û Bendava Tisrînê bombebaran kir

📅 23 rêbendan 2025 19:12

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 23yê Çile balafirên şer ên Tirkiyê derdora bajarokê Sirînê, gundên başûrê Kobanê û Bendava Tişrînê cardin bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên medya Rojavayê Kurdistanê, şerê HSD û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li herêma derdora Bendava Tişrînê berdewam dike û balafirên şer ên Tirk îro cardin dest bi bombebaranê kirine.

Derbarê ziyanên bombebarana ser Sirîn, gundên başûrê Kobaniyê û Bendava Tişrînê de ti zanyarî nehatin bidestxistin.

Parve bike: