Kurdistan
Bakirhan: Pêşewa Qazî Mihemed gotibû, ‘şerê hevdû nekin’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed de got, Pêşwewa gotibû dijminiya hevdu nekin.
RûpelNews - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, derbarê 79 salemîn ya şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed de di peyama ku belav kirî de got, helwesta wî rêya me ron dike.
Peyama Bakirhan wiha ye:
“79 sal berê di 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ya Mehabadê, Pêşewa Qazî Mihemed û rêhevalên xwe hatin şehîdkirin. Em bi rêzdarî bi bîr tînin. Pêşewa ji bo me mîraseke tijî berxwedan li dû xwe hişt. Sekna wî ya pîroz di dîroka gelê Kurd de gelekî girîng e. Wî rûmeta gelê xwe parast û bû Pêşewayê gelê xwe. Pêşewa gotibû dijminiya hevdu nekin, pişta xwe bidin hevdu. Ev şîreta wî ya hêja, helwesta wî ya pîroz îro jî rêya me ronî dike”