TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Bajarê Antalya bi dereca 5.2 hejiya

📅 05 berfanbar 2020 18:26

PeyamaKurd – AFAD ragihand ku li bajarê Antalyayê li navçeya Gazipaşayê, siet di 15.44 an de, bi dereceya 5.2 erhejekî çêbû û li bajarên cîranê Antalyayê hat hîskirin. Lê Rasatxaneya Kandilliyê dereca erdhejê 5.4 bû ye.

Şaredarê Gazipaşayê Mehmet Ali Yılmaz di derbarê encama erdhejê de weha got:

“Heya niha ti agahiya xesarê negihaye me. Heya niha ti pirsgirêkekî tineye.”

Erdhej li bajarên weka Muğla, Mersin, Isparta, Adana û bajarên cîran hat hîskirin.

Parve bike: