Bahçelî: Divê KCK demildest were hilweşandin
RûpelNews - Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li meclisê de derbarê rojevê de axaft.
Bahçelî derbarê pêvajoya çareseriyê de got, "Pêngava herî girîng di hewldan û însiyatîfên samîmî yên ji bo armanca Tirkiyeyeke ji terorê azad de, bi rapora komîsyonê hatiye avêtin. Kesên ku vê raporê wekî 'manîfestoyeke belengaziyê' bi nav dikin, bi xwe belengaz in. Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî, ku li ser bingeha nêzîkatiyeke demokratîk, beşdarîxwaz û tevlêker hatiye damezrandin, bi rola xwe ya dîrokî tabû şikandine û statukoya heyî têk biriye. Divê kes xebata ku hatiye kirin kêm nehesibîne."
Serokê MHPê, banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an bi bîr anî û got, "Rêberê damezrîner ê PKKê di vî warî de xwedî roleke mezin e."
Piştre Bahçelî bang li KCKê, kir ku xwe hilweşîne:
"Ev bang ji bo KCKê jî derbasdar e. Divê hilweşandina avahiya jorîn a rêxistinê demildest were misogerkirin. Ji ber ku banga 27ê Sibatê astengiyeke demokratîk e ku piştgirî û teşwîqê dide hewldanên aştiyane, dê pirsgirêka statuya serokatiya damezrîner a PKKê ji bo ku însiyatîf û reformên plankirî paşê werin pêkanîn, çawa were çareserkirin? Eger pirsgirêkeke wiha hebe, ku em bawer dikin heye, dê çawa were çareserkirin?"
Bahçelî, tekezî li ser "statuya Îmraliyê" kir û wiha domand, "Dê çawa valahiya statuya Îmraliyê, ku ji bo Tirkiyeyeke bê teror e, were girtin? Divê ev nîqaş bi dilpakî were kirin û di demek kurt de divê encameke maqûl ku li gorî aqil û wijdanê be, were bidestxistin."
"Divê her du Ehmed li kursiyên xwe rûnin"
Bahçelî, amaje bi Şaredarê Mardînê Ehmed Turk û Şaredarê Esenyurtê Ehmed Ozer, yên ku li şûna wan qeyûm hatibûn tayînkirin got, "Divê mijara qeyûman di çarçoveya demokrasiyê de, bêyî tu fikar û şert, ji nû ve were nirxandin û divê destûr ji her du Ehmedan re were dayîn ku li kursiyên xwe rûnin."