TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Bahçelî derbarê ‘pêvajo’yê de axivî: Zemîna amadekirina yasayan çêbûye

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 31 adar 2026 11:56
Devlet Bahçelî, di gotara xwe ya li ser pêvajoya aştiyê de, diyar kir ku şertên pêwîst ji bo reformên yasayî yên tên xwestin pêk hatine.

RûpelNews - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest Devlet Bahçelî, li Civîna Koma partiya xwe ya li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê axivî û nêrînên xwe li ser pêvajoyê pêşkêş kirin.
Bahçelî pêvajoya navborî wekî "projeyeke yekîtiya neteweyî û biratiyê" pênase kir û destnîşan kir ku ji bo amadekariyên yasayî yên pêwîst demeke guncaw hatiye avakirin. Bahçelî, ku diyar kir pêvajo divê nebe cihê provokasyonê, di vî warî de banga hişyariyê kir.

Derbarê şerê Îranê de jî axivî

Bahçelî, i axaftina xwe de behsa geşedanên herêmî kir û polîtîkayên Îsraîlê yên li hember Îran û Lubnanê, bi taybetî yên derbarê Xezeyê de, rexne kir. Bahçeîi, ku diyar kir Îsraîl ji bo aramiya herêmê gefek e, got ku divê geşedanên li Rojhilata Navîn ji nêz ve bên şopandin. 

Parve bike: