Bagerehên partiyên heya niha li Kerkûkê hatibûn girtin wê vebin
PeyamaKurd – Li gor lihevkirina hukumeta Sûdanî û partiyên herêma Kurdistanê, wê di nav 6 mehan de partiyên ku berê ofîsên wan li Kerkûkê hebûn û hatibûn girtin wê di nav 6 mehan de hemû bên vekirin û wê hem Partiya Demokrata Kurdistanê PDK dagere Kerkûkê. Li ser mijarê endamê kongra PDK ê yê 14 em Mihemed Xurşîd ji bo K24 ê ragihandiye ku pêkhateyên hukumeta nû ya Iraqê di navbera xwe de peymanekî weha girêdane. Mihemed Xurşîd di axaftina xwe de weha got:
“Li gor peymanê vê mijarê xistin bernama kabîna Sûdanî. Parlementoya Iraqê jî bernamê tesdîq kir. Li gor bernamê; berê ofîsan partiyan yên li Kerkûkê hebûn, wê car din vebin. Hem wê arîşeya asayiş ê û ewlehiyê ji holê bên rakirin.
Hukumetên berê sozên dan, bicîh neanîn lê vê carê ji bo hukumeta li ser soza xwe bimîne ji destê me çi were em ê bikin.”