TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Bafil Talebanî û Trump li ser çi gotûbêj kirin?

İhsan Yalın
Şef Editör
📅 03 adar 2026 16:58
Hat ragihandin ku di peywendiyeke telefonî ya di navbera Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, û Serokê Amerîkayê Donald Trump de, Trump armancên welatê xwe yên di şerê li dijî Îranê de eşkere kirin.

RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke Polîtbûroya YNKê, civîneke bi serokatiya Bafil Talebanî hat lidarxistin û hejmarek xalên rojeva hatin gotûbêjkirin.

Talebanî, amaje bi hevdîtina xwe ya bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokartîk (HSD) Mezlûm Ebdî re kir û tekezî li ser pêwîstiya avakirina Sûriyeke destûrî kir ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin û peymana ku di 29ê Çileyê de di navbera Sûriye û HSDê de hatibû îmzekirin, bê cîbicîkirin.

YNK tekezî li çareseriyê dike

Di civînê de şer û aloziyên li Rojhilata Navîn jî hate gotûbêjkirin û tekezî li nêrîna YNKê hat kirin ku vegera ser maseya danûstandinê çareseriya herî baş e û pirsgirêk divê bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Di civînê de, hat tekezkirin ku pêşîniya YNKê parastina jiyan û milkên welatiyên Herêma Kurdistanê û serweriya Îraqê ye û Bafil Talebanî got ku YNK amade ye ku hemû derfetên xwe seferber bike ji bo misogerkirina aştî û aramiyê li Iraq û herêmê.

Hevdîtina bi Trump re

Xaleke din a girîng a civînê, peywendiya telefonî ya Bafil Talabanî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bû.

Hat destnîşankirin ku di peywendiyê de Trump bi zelalî armancên Amerîkayê yên di vî şer de rave kirin.

Her wiha hat tekezkirin ku Trump spasiya rola YNKê ya li Îraqê kiriye.

Di civînê de, Bafil Talabani diyar kir ku Serok Trump derfetek pêşkêş kiriye ji bo têgihiştina armancên Amerîkayê û avakirina hevkariyeke xurt di navbera Amerîka û Îraqê de.

Parve bike: