TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Azerbeycan û Ermenistan %35ê sînorê navbera xwe destnîsan kirin

📅 26 nîsan 2024 21:07

PeyamaKurd – Azerbeycan û Ermenistan %35ê sînorê navbera xwe destnîşan kirin. Li gor ragihandina nivîsîngeha cîgirê serokwezîrê Azerbeycanê Şahin Mustafayev, xebata destnîşankirina sînor dewam dike û %35ê wê temam bûye.

Di çarçova pîvana sînorê navbera Azerbeycan û Ermenistanê de ku li ser bingeha pîvanên jeodezîk hatin kirin, heya niha 28 kevirên sînor hatine danîn.

Kevirê sînor yê ewilî di 23ê Nîsanê de hat danîn û heya destnîşankirina sînor biqede wê dewam bike.

Parve bike: