Axios: Trump bi Serok Barzanî û Bafel Talabanî re axivî
RûpelNews - Platforma nûçeyan a Amerîka Axios, ragihand ku, wê bi piştrastkirina sê çavkaniyan tekez kiriye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Yekşemê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê YNKê Bafel Talabanî re peywendiyeke telefonê pêk aniye.
Li gorî çavkaniyan, Trump li ser pêvajoya şerê DYA-Îsraîlê yê li dijî Îranê û senaryoyên muhtemel ên ku dikarin di pêşerojê de rû bidin, nîqaş kir. Du çavkaniyan ragihandin ku Trump rojek piştî destpêkirina kampanyaya bombebarankirinê bi Serok Mesûd Barzanî û serokê YNKê Bafil Talabanî re axivî.
Çavkaniyek ku bi danûstandinan re agahdar e, nexwest hûrguliyan bide û têkiliyan wekî "hestiyar" bi nav kir.
Çima kurd girîng in?
Di nûçeya xwe de Axioxê wiha nivîsand: Hêzên Kurd li seranserê sînorê Îran-Iraqê bi hezaran Pêşmergeyên çekdar hene û deverên stratejîk ên ku dikarin li gorî pêşveçûna şer bibin krîtîk, di bin kontrola wan de ne. Rastiya ku Kurdên li Iraqê bi hindikahiya Kurd a li Îranê re têkiliyên nêzîk hene, vê hevkêşeyê hê bêtir aloz dike.
Roja Yekşemê, koma opozîsyona Partiya Azadiya Kurdistanê- Îran ku navenda wê li Herêma Kurdistanê ya Iraqê ye, Îran bi meşandina kampanyayeke cezakirinê bi rêya êrîşên mûşekî û dronî tawanbar kir.
Şeş roj beriya şer, pênc komên opozîsyonê yên Kurd li Herêma Kurdistanê avakirina "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê" ragihandin.