Jiyan
Awrûpa: Em ê peymanê bi Îranê re bimesînin
PeyamaKurd- Fransa û Almanya ragihandin ku wê peymana nukleerî bi Îranê re bimeşînin. Her dû dewlet li benda Amerîkayê neman û tewrên xwe aşkera kirin.
Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ragihand ku her sê dewletên perçeyeka peymanê ne; Fransa, Almanya û Brîtanya biryarê dane ku wê ji Amerîkayê serbixwe peymanê bimeşînin.
Wezîrê karên derve yê Almanya Heiko Maas jî got ku ev Peyman ji dinyayê re ewlehiyê tîne û wê li ser peymanê bimeşin. Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Boris Johnson jî dibêje; alternatîvên ku derên holê, wê ji halê niha xerabtir bin û difikire ku betalkirina peymanê wê Îranê bêhtir êrîşker bike.
Amerîka wê di 12 ê vê mehê de biryara xwe bide.