TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Awrûpa bi 30 mîlyar dolarî ‘Sky’ ê firotin Amerîka

📅 16 hezîran 2018 17:35

PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê îznê da ku bi bihayê 30 mîlyar dolarî şîrketa SKYê bifroşin şîrketa Amerîka ya bi navê COMCAST ê.

Komîsyona Awrûpayê ragihand ku şîrketa Amerîkayê COMCAST, di warê medya, televîzyon û kêfê de xebatê dike û lêkolîna di derbarê reqabeta wê de encam daye. Her dû şîrket li welatên ji hev cuda de xebatê dikin û di kirîna şîrketê de ti astengî tine ye.

Şîrketa Amerîkî Comcast, xwediyê televîzyona bi kablo û înternetê ye. NBC Universal û NBC Tv fîlm, production û Universal Studios jî yên wan in. SKY li Avusturya, Almanya, Îrlanda û Brîtanya weşana televîzyonên bi pere dike.

Parve bike: