TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Asîta berfê ket ser pîsta sematekê ya Palandokenê

📅 15 sibat 2025 17:00

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li Çiyayê Palandokenê aşîtê berfê ket ser pîsta şematekê. Rayedar ragihandin ku di ketina aşîtê de kes nemiriye û birîndar nebûye.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê. Bûyer li Newala Yusuf pêkhat û piraniya aşîta berfê ber bi pîsta şematekê ya bakûr de çû.

Parêzgerê bajarê Erzeromê Mustafa Çiftçi, piştî ketina aşîtê ragihand ku ew tîmên pêwendîdar şandiye ciyê bûyerê û şematekvanan li hemberê bûyerên weha hişyar kir.

Parve bike: