TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Asayîsa HSDyê li Dêrezorê 79 kes girtin

📅 04 sibat 2025 16:07

PeyamaKurd – Hêzên Asayîşa Ewlekariya Hundir a ku bi ser HSDyê ve ye, îro çarşemê encamên pêngava xwe ya ewlehiyê li dijî bermahiyên rêjîma berê û şaneyên (DAIŞ)ên li Dêrezorê ragihand.

Operasyona ku bi hemahengiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka bi rê ve çû, di encamê de 79 kesên bi tometbarkirina aramiyê hatin girtin û hejmareke mezin a çek û cebilxaneyan hat desteserkirin.

Asayîşê diyar kir ku ev 15 roj in li bejahiya Dêra Zorê operasyoneke berfireh a ewlehiyê li dar dixin.

Daxuyaniyê anî ziman ku operasyonê bi taybetî “bermahiyên rejîma Esedî a li Sûriyeyê hilweşiyayî û alîgirên wê, û herwiha şaneyên razayî yên DAIŞê” dike armanc.

Parve bike: