TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Artêsa Tirkiyê navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir: Kustî û birîndar hene

📅 24 tebax 2022 13:32

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê bi dronekê navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir û di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, îro danê sibê droneke artêşa Tirkiyê navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir û di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye, bajarokê Til Rifatê 35 kîlometreyan li rojhilatê Efrînê dikeve û mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejîk di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye. Til Rifet ji sala 2016an ve di destê HSDê de ye.

Parve bike: