TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Artêsa Tirkiyê êrîsî baregeheke rejîma Samê kir: 2 endamên hêzên rejîma Samê birîndar bûn

📅 19 tîrmeh 2022 13:30

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê, êrîşî baregeheke hêzên rejîma Şamê ya li Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir û di encamê de 2 endamên hêzên rejîma Şamê birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, balafireke keşfê a dewleta Tirkiyê êrîşî baregeheke hêzên rejîma Şamê ya li Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir û di encamê de yek ji wan efser, 2 endamên hêzên rejîma Şamê birîndar bûn.

Herwiha hat zanîn, yek ji birîndaran bi rutbeya efser e, navê wî jî Elî Xadro ye.

Parve bike: