Cîhan
Artêsa Tirk di bejayiyê de bi 4 qolan ket Rojava
PeyamaKurd- Piştî ku artêşa Tirkiyê bi balafiran bi kûrahiya 30 km yan rojava bombebaran kir, niha jî hêzên bejayiyê bi 4 qolan ketin nav axa Rojava. Bi leşkerên Tirk re artêşa ku Tirkiye ji Sûriyeyiyan ava kiriye ya bi navê Artêşa Netewî ku beşa mezin ya wê ji Artêşa Azad pêk tê, ket axa Rojava. Katina wan di bejajiyê de di ser Serê Kaniyê û Girê Sipî de çêbû. Derbasbûna wan ji aliyê wezareta bergiriyê ya Tirkiyê de hat ragihandin. Wezaret wea got:
“TSK (Artêşa Tirkiyê) û Artêşa Netewî ya Sûriyê di ser Kaniya Aştiyê de dest bi operasyona bejajiyê kir.”