TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Artêsa Îsraîlê:Me fuzeya balîstîk a Hûsiyên Yemenê bi awayekî serkeftî asteng kir

📅 05 rêbendan 2025 10:05

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku moşeka balîstîk a ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve bi ser Îsraîlê de hate avêtin, bi awayekî serkeftî hate astengkirin.

Hêzên Çekdarên Îsraîlê (IDF), eşkere kir ku Hûsiyên Yemenê fuzeyeke din a balîstîk bi ser wan de avêtine û dema êrîşê li bajaroka Talmeî Elazor a bakurê rojhilatê bajarê Haderayê dengê sîrenan bilind bûye.

IDFê da zanîn,  moşek ji aliyê sîstema berevaniya Îsraîlê ve bi awayekî serkeftî hatiye têkdan û medya Îsraîlê jî dîmenên wan kêliyan belav kir.

 

Parve bike: