TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Artêsa Îsraîlê li basûrê Beyrûdê li avahiyekê xist

📅 15 mijdar 2024 17:00

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro danê êvarê artêşa Îsraîlê li başûrê Beyrûdê avahiyek kiriye armanc û avahî hilweşiya.

Îsraîlê beriya niha hişyarîya valakirinê dabû xelkê taxên al-Barajneh, Hadath, Haret Hreik û Tayuneh yên paytexta Lubnanê Beyrûdê û ragihandibû, ew dê êrîşê wan herêman bikin.

Piştî hişyarîyê êrîşa Îsraîlê dest pê kir û hate diyarkirin ku li taxa Tayunehê avahiyeke bûye armanca êrîşê ruxiyaye, lê derbarê ziyanên canî de ti agahî nehatine bidestxistin.

Parve bike: