Antî-terora Kurdistanê: Plana PKK ê têkçû
PeyamaKurd – Antî-Terora Kurdistanê ragihand ku dezgeyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê planekî talûke ya PKK ê ya li ser Herêma Kurdistanê têkbirine. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya hewlên Konseya Ewlehiya Herêma Kurdistanê de, ji bo parastina hemwelatiayn û îstîqrarê, hêzên ewlehiyê yên Konseyê li Dihokê gelek alavan xistine dest.
Di nav alavan de tonekî teqemenî, 10 fuzeyên antî-tank, 23 motorên balafirên dronan yên Kamîkaze, 375 kaleşnîkov û 1.200 maskên xazê xistine dest.
Di lêpirsîna kesekî bi navê Yûnûs Ahmed Qasim Silêman de, alavên navborî ji aliyê kesê bi navê Rodî Huseyn de ku yek ji rêvebirê PKK ê ye, gihaye Silêman.
Hat ragihandin ku teqemenî û alav wê bigihandina PKK ê û ji bo di Herêma Kurdistanê de bihata bikaranîn hatibûn plankirin.
Nehat ragihandin bê ew alav û teqemenî ji ku derê hatine Herêma Kurdistanê û çawa xistine Herêma Kurdistanê ku gihane heya Duhokê.