Cîhan
Antalya | 3 xwendekarên Kurd rastî êrîsa komeke nîjadperest a Tirk hatin
PeyamaKurd – Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê, 3 xwendekarên Kurd, rastî êrîşa komeke nîjadperest a Tirk hatin û di encamê de her sê xwendekar jî birîndar bûn.
Li Zanîngeha Akdenîzê, komeke nijadperest a Tirk, ku derdora 30 kesan bûn, li nav kampusa zanîngehê êrîşî xwendekarên bi navê Botan Artuç, Feyzî Akan û Hatîce Tong kirin û ew birîndar kirin.
Botan Artuç û Feyzî Akan rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê û Hatîce Tong jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê.
Li gor zanyariyan, koma nijadperest ji sibehê ve gef li xwendekarên Kurd dixwarin.