TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amnesti: “Li Îranê herî kêm 115 kes hatin kustin”

📅 23 mijdar 2019 21:00

PeyamaKurd- Piştî hukumeta Îranê bihayê benzînê zêdekir ku xelk bi rojan nerazîbûna xwe nîşan da, Rêxistina Navdewletî ya Efûyê (Amnesty) di ser hesabê xwe yê twitterê de beyanekî belav kir û di beyana xwe de weha got:

“Em bangî dewleta dikin da ji rêvebirên Îranê hesab bipirsin. Li gor agahiyên ku em niha jî digrin, hêzên asayîşa Îranê heya niha herî kêm 115 kesan bê hûqûq kuştiye.”

Rêxistin got ku dibe jimara kuştiyên di xwepêşandanan de ji jimara bilêvkirî zêdetir be. Em bawer dikin ku jimara rast ji vêya zêdetire û  lêpirsîna wê dewam dike.

Dîmenên vîdeoyan, îfadeyên şahidan û xelklê li derveyê welat de yên ku agahiyan didin, nîşan didin ku hêzên asayîşê xwepêşandêran kuştiye. Li hemberê beyana rêxistinê, nûnerê Îranê yê li Neteweyên hevgirtî Alî Riza Mîr Yûsifî di ser hesabê xwe yêtwitterê de weha ragihand:

“Heya agahî ji aliyê hukumeta Îranê de neyê piştraskirin, ew agahî gemarkirina agahiyane, ne raste û tevlihevkirine.”

Parve bike: