TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Amirî: ‘Çavê me li rola bingehîn a Serok Barzanî ye’

📅 19 tebax 2022 20:04

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Fetih a şîeyên Iraqê Hadî Amirî ku hefteya borî li ser navê Çarçoveya Hemahengiyê li Hewlêrê ji bo guftûgokirina çareseriya krîza siyasî ya Iraqê civiyabû got, “Çavê mi li rola bingehîn a Serok Barzanî ye”.

Hat diyarkirin ku Hadî Amirî ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nameyek ji Serok Barzanî re nivîsandiye û tê de destnîşan kiriye, di vê qonaxa çarenivîssaz a rewşa siyasî ya Iraqê de, çavê me li rola bingehîn a Serok Barzanî ye.

Hadî Amrî gotiye: “Di vê salvegera pîroz de bîranîna dîrokî ya tekoşîna demdirêj û ew xwîna paqij a ku PDKê di tekoşîna li hember zilmê de bexş kiriye, em pêşwazî dikin. Herwiha di beşdarbûna bi bandor a bi bingehkirina sîstema nû ya piştî guhertinên pêkhatin de ligel hêzên din ên niştimanî girîng in”’

Herwiha Amrî hêvî xwestiye ku Serok Barzanî û hêzên siyasî yên din jî xwedî rola bingehîn bin di vê qonaxa çarenivîssaz a dîroka Iraqê de, daku kûrkirina zimanê gotûbêjê û hevtêgihîştinê serdest bibe.

Parve bike: