Amerîkayê li ser serê Ermenîstan û Azerbaycanê daxuyanî da
PeyamaKurd - Amerîkayê di derbarê şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, bangawaziya rawestandina şer kir.
Li gor Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Washington gurbûna girjiyê, bi awayekî tund şermezar dike.
Bi daxuyaniyeke nivîskî Amerîkayê bang li her du aliyan kir û diyar kir: ‘‘Amerîka bawer dike ku aliyên ji derve yên tevlî wê girjiya gur dibin, dê alîkariya rewşê nekin û bi tenê ew, girjiya herêmî gurtir dikin. Em bang li her du alîyan dikin ku bi hevserokên Koma Mînskê re bixebitin û vegerin ser danûstandinên bi bingeh.’’
Li gor daxuyaniyê, Cîgirê Wezîrê Derve Stephen Biegun bi Wezîrên Derve yên Azerbaycan û Ermenistanê, Ceyhun Bayramov û Zohrab Mnatsakanyan re axifîye û ji wan xwestiye ku pevçûnan rawestînin.
Herwiha di daxuyaniyê de, Amerîkayê serxweşî li malbatên nasên wan di pevçûnan de hatine kuştin kiriye.
Ermenîstan û Azerbaycan li Nagorno – Qarabaxê şer dikin, ku li wê herêma nakokbar ji salên 1990î vir ve girjî çêdibin. Herî dawî do di navbera her du aliyan de pevçûn dest pê kir û ji her du aliyan gelek leşker û sivîlan can dan.