Rojhilata Navîn
Amerîkayê ji hewayê êrîş li Îranê kir
Amerîka bi balafiran êrîş bir ser Îranê û hat ragihandin depoyên moşek û balafirên bê mirov ên li Îranê hatine tarûmarkirin.
RûpelNews - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku piştî êrîşa li ser keştiya bazirganî ya bi ala Sîngapurê M/V Ever Lovely dema ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibû, li Îranê li tesîsên depokirina moşek û dronan û her wiha li baregehên radara peravê hatiye xistin.
Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku îskeleya li bajarê Sirik ê li başûr "di êrîşeke dijmin de bûye hedef."
Çavkaniyeke leşkerî ya Îranê diyar kir ku di destpêka rojê de guleyên hişyariyê li çend keştiyên ku hewl didan "bê destûr" ji Tengava Hurmuzê derbas bibin hatine teqandin û ev gule ji bajarê Sirikê hatine avêtin.
CENTCOMê ragihand ku ev êrîşên hewayî li dijî êrîşa ser keştiyên bazirganî wek bersivekê bû.