TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Amerîkayê ji bo şerê Îranê 12 milyar dolar pere xerc kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 16 adar 2026 10:45
Serokê Konseya Aborî ya Neteweya Amerîkayê Kevin Hassett derbarê maliyeta şerê li dijî İranê de got, heta niha di vî şerî de ji hêla Amerîkayê ve 12 milyar dolar pere hatiye xerckirin.

RûpelNews - Di hefteya sêyemîn a şerê Îranê de ji aliyê Amerîkayê ve lêçûnên şer hat eşkerekirin.

Serokê Konseya Aborî ya Neteweya Amerîkayê Kevin Hassett beşdarî bernameya “Face the Nation” a CBC Newsê bû. Wî got, "di şerê li dijî Îranê de 12 milyar dolar pere ji budceya Amerîkayê çûye."

“Pereyê heyî têra me dike”

Hassett li ser pirsa “Gelo ji Kongreya Amerîkayê ve ji bo vî şerî pereyeke ji vê zêdetir dê bê xwestin an na?” wiha axivî: “Niha pereyê heyî têra me dike, ji ber vê di vê qonaxê de em daxwaza pereyeke din nakin. Ji bo xwestina pereyeke zêdetir Ofîsa Budce ya Rêvebirî dê nirxandinekê bike.”

“Îran nikare zirarê bide aboriya Amerîkayê"

Hassett bal kişand ser hêza aboriya welatê xwe û got: “Amerîka weke Amerîkaya salên 1970e nîn e, welatekî mezin e ku hilberîna neftê dike. Îran çi bike jî nikare zirarê bide aboriya Amerîkayê.”

 

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê

Îsraîl û Amerîka di 28ê Sibatê de li dijî İranê dest bi operasyoneke berfireh a leşkerî kir. Îran jî êrîş bir ser Îsraîl û baregehên leşkerî yên Amerîka yên li Qatar, Bahreyn, Îmarat û çend welatên din ên li Kendavê.

Di şer de rêberê olî yê Îranê Ayetullah Xameneyî jî di nav de gelek serkirdeyên Îranê hatin kuştin.

Parve bike: