Aborî
Amerîkayê destûra firotina neftê da Îranê
Amerîkayê destûr da Îranê ku nefta xwe heta 21ê Tebaxê bifiroşe.
RûpelNews - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê derbarê Îranê de lîsanseke giştî ya demkî weşand. Li gorî vê biryarê, hilberandin, barkirin û firotina petrola xav, pêtrokîmyewî û berhemên petrolê yên ku ji Îranê tên, heta 21'ê Tebaxa 2026an bi awayekî fermî wê serbest werin hiştin.
Ev qirar ku ji bo bazarên enerjiyê yên cîhanî û hevsengiyên jeopolîtîk xwedî girîngiyeke krîtîk e, wekî nîşaneke berbiçav a danûstandinên dîplomatîk ên dawî yên di navbera Amerîka û Îranê de û gavên ku ji bo kêmkirina aloziyan derbarê Tengava Hurmuzê de hatine avêtin, tê dîtin.
Ligel vê biryarê ku heta du mehan derbas bibe tê payîn ku bazara neftê li tevahiya cîhanê hinek ji krîzê dê dûr bimîne.