TR KU AR
FB X IG
Cîhan

''Amerîkayê 70 terorîstên DAISê bo binkeya xwe ji zindanên Hesekê veguhest''

📅 19 rêbendan 2021 10:30

PeyamaKurd –  Hêzên Amerîkayê, bi dehan terorîstên girêdayî DAIŞê, ji zindanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên li Hesekê, ber bi binkeya xwe ya li Tenefê ya li ser sînorê Sûriye – Urdinê veguhestin.

Li gor ajansa SANA diyar kiriye, hêzên Amerîkayê 70 terorîstên ji rêxistina DAIŞê, bo binkeya xwe ya li Tenefê ji zindanên başûrê Hesekê veguhestiye.

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Hêzên Amerîkayê yên li Tenefê, cihekî aram ji bo terorîstan li deverê dabîn kiriye û bi çek piştevaniya wan dikin û di guhertina cihê wan de ji cihekî bo cihekî din ji bo cîbicîkirina planên xwe yên li Sûriyê, wan diparêzin.”

 

Parve bike: