TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka vîza heyetê pas xist û wezîrê Îranê tevlîbûna civînê betal kir

📅 16 nîsan 2022 22:24

PeyamaKurd – Amerîka vîza heyeta ku wê tevlî civînên baharê yên Banka Dinyayê û IMF ê bibûya bipaş xist û li ser paşdexistina vîzê wezîrê Îranê yê darayî û maliye Îhsan Xandûzî seredana xwe ya Amerîkayê betal kir. Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku civîn di navbera 18-24 ê nîsanê de ye û ji ber Amerîka vîzeyê dereng xist, wezîr çûna xwe ya Amerîkayê betal kir. Ajans weha ragihand:

“Hukumeta Amerîkayê car din wezîfa xwe li hemberê Banka Dinyayê, IMF ê û dezgeyên navdewletî berpirsiyariya xwe nanî cîh û tevlîbûna heyeta me ya konferansên navdewletî sabote dike.”

Parve bike: