Cîhan
Amerîka û Îran li ser dirêjkirina agirbestê li hev kirin
Li gorî çavkaniyên di nav hikûmeta Pakistanê de, Amerîka û Îran gihîştine lihevkirinekê ji bo dirêjkirina agirbesta 60-rojî, ku divê hefteya bê bi dawî bibe.
RûpelNews - Tê payîn ku ev lihevkirin ji bo danûstandinên di navbera her du aliyan de dem bikirê.
Navbeynkar şandina peyaman di navbera Îran û Amerîkayê de didomînin.
Di çarçoveya vê yekê de, Wezîrê Karên Navxweyî yê Pakistanê, ku niha li Tehranê ye, her wiha bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re jî hevdîtin kir.
Li gorî nûçeyekke Ajansa Anadolu, Washington û Tehran li hev kirine ku agirbestê dirêj bikin.
Agirbest, ku beşek ji Peymana Lêgihiştinê ya Pakistanê ye ku di 17ê Hezîranê de di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin, divê hefteya bê bi dawî bibe.