TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka û Erebistana Siûdî rewsa dawî ya li herêmê gotûbêj kirin

📅 13 nîsan 2024 11:35

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Prens Faysal bin Ferhan bi hevtayê xwe yê Amerîkî Anthony Blinken re bi telefonê axivî.

Di axaftinê de geşedanên li herêmê û rêyên kêmkirina rageşiya li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Prens Faysal bi Blinken re dosyayên li ser berjewendiyên hevpar, bi taybetî Sûdanê gotûbêj kirin.

Herwiha pêşhatên li Şerîda Xezzeyê û derdora wê gotûbêj kirin û tekezî li ser gihandina alîkariyên mirovî yên zêdetir ji bo Şerîda Xezzeyê kirin.

Parve bike: