Amerîka: Tirkiye nikare ji me balafirên F-35an bistîne
RûpelNews - Wezîrê Karên Dervê yê Amerîkayê Marco Rubio di Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê de bersiv da pirsên li ser mijara F-35 a ku Tirkiye dixwest bikire.
Rubio da zanîn ku Tirkiye berê yek ji beşdarên bernameya F-35 bû lê belê piştî ku ji Rûsyayê pergala bergirî ya asîmanî ya S-400 standin Tirkiye ji bernameya F-35 an hat derxsitin û ji ber sedema S-400an Tirkiye nikare F-35 bistîne.
Wezîrê Amerîkayî ragihand ku ev kar bi yasayan hatiye amadekirin loma bi yasayan guhertin çêdibe.
Rakêşiya F-35 a navbera Tirkiye û Amerîka
Rêveberiya Washingtonê di wê baweriyê de ye ku S-400 ne li gorî binesaziya bergiriya NATOyê ye û hin xetereyan bo ewlehiya F-35an peyde dike bi vê hincetê Tirkiye ji bernameya F-35an derxist û firotina F-35an bo Enqere qedexe kir.
Tirkiye jî ragihandibû ku ji bo bergiriyê pêdiviya wan pê heye loma S-400an ji Rûsyayê kirîn.