TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka: Patriot wê di demek nêz de li Kîevê werin bicihkirin

📅 09 adar 2023 12:31

PeyamaKurd – Amerîkayê (DYA) diyar kir, pergalên parastina hewayî yên Patriot, wê di demek nêz de li Kîevê bin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo dabînkirin, lojîstîk û teknolojiyê Douglas Bush got, pergalên parastina hewayî yên Patriot wê di demek nêz de li Kîevê bin.

Douglas Bush li ser dabînkirina sîstemên berevaniya hewayî ya Patriot ji Ukraynayê re ji DefenseNews re diyar kir, "Ez difikirim ku pergalên me wê di demek nêzîk de li wir bixebitin."

Bush da zanîn, Amerîka leşkerên Ukraynayê li ser bikaranîna sîstemên Patriot perwerde dike, Bush got, Washington wê sîstemên Patriot bi awayekî ku bandorê li ser amadebûna yekîneya operasyonê neke dabîn bike.

Di destpêka Çile de, Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî (Pentagon) piştrast kir ku perwerdehiya leşkerên Ukrayna ji bo karanîna pergala berevaniya hewayî ya Patriot wê hefteya bê li baregeha leşkerî ya Oklahoma destpê bike.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder eşkere kir, ew plan dikin ku di nava çend mehan de 90-100 leşkerên Ukraynayê perwerde bikin û got, li Fort Sill navendeke perwerdeyê heye ku leşkerên parastina hewayî yên welatên hevalbendên Amerîkayê tê de tên perwerdekirin.

Parve bike: