"Amerîka naxwaze Kurdistanê jidest bide"
PeyamaKurd - Amerîka giringiyeke mezin dide pêwendî û têkeliyên xwe ligel Herêma Kurdistanê, nexasim piştî serkeftinên Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê. Karê avakirina konsulxaneya nû ya Amerîka li Hewlêrê berdewam dike û parlamentereke PDKê jî dibêje, Amerîka têkeliyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir dike û naxwaze Kurdistanê jidest bide.
Parlamentera PDKê li Iraqê Neda Mêrgesorî ji malpera PDKê re ragihand: “Karê avakirina konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê berdewam e. Konsulxaneyeke pir mezin e li ser asta navçeyê û ji Amerîka re pir girîng dibe, ji ber ku garantiya parastina zêdetir e li navçeyê. Amerîka dizane balyozxaneya wê li Bexdayê di metirsiyê de ye û dê konsulxaneya wê li Kurdistanê parastî be.”
Neda Mêrgesorî wiha got: “Em hêvîdar in ku Amerîka bi rêya vê konsulxaneya nû li Hewlêrê giringiyeke temam bide Herêma Kurdistanê û deriyê pêwendî û têkeliyên xwe ligel Kurdistanê zêdetir veke, ku roj bi roj pêgeha Kurdistanê li navçeyê bihêztir dibe. Ev bihêzbûn jî ji Amerîka re pir girîng e.”
Mêrgesorî wiha domand: “Kurd hevpeymanê bihêz ê Amerîka ne û qet Kurdistan nebûye gef li ser Amerîka. Li ser vê bingehê jî Amerîka û Hêzên Pêşmerge hevahengiyeke mezin di navbera wan de heye û Amerîka çek û alîkariyên madî dide Kurdistanê. Pir girîng e ev pêwendî berfirehtir bibin.”