TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Amerîka li Îranê da: Pir, firokexane, îstasyona trênê wêran bû

📅 17 tîrmeh 2026 15:22
Artêşa Amerîkayê êrîş li Îranê kir û di êrîşan de balafirxane, îstasyona trên û gelek pir tarûmar bûn.

RûpelNews - Amerîkayê li dijî Îranê bi mebesta Tengava Hurmuzê bixe destê xwe êrîşên hewayî yên li dijî Îranê zêde kirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku armanca êrîşan "zêdetir lawazkirina kapasîteyên leşkerî yên Îranê" ye.

Tehranê jî da zanîn ku di êrîşên Washingtonê de firokexaneyek, du pir û îstasyoneke trênê hatin hedefgirtin û 7 kes hatin kuştin. 

Hat diyarkirin ku li deverên cuda ên Îranê jî teqîn çêbûn. Medyaya Îranê ragihand ku li nav bajarên ku êrîş lê hatine kirin bajarê Bushehrê jî heye ku tê da santraleke nukleerî cîh digire.

Di vê navberê de, Pasdarên Îranê jî ragihand ku wan li dijî tesîsên radara çavdêriyê ya deryayî ya Amerîkayê li Ummanê û her wiha li dijî hedefên li Kuweyt û Behreynê êrîşên tolhildanê pêk anîn. Pasdarên Şoreşê îdia kirin ku wan êrîşek li ser navendeke fermandariya operasyonên taybet a Amerîkayê ya li Sûriyeyê pêk anî.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Amerîkayê yên di Tîrmehê de 38 kes hatine kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.

Nezelaliya dahatûya guftûgoyan 

Berî ku Amerîka û Îsraîl di 28ê Sibatê de êrîşên xwe yên li ser Îranê bidin destpêkirin, ji sedî 20ê petrol û gazê ya cîhanê di Deryaya Hurmuzê re derbas dibû.

Girtina deryayê ji aliyê Îranê ve bû sedema bilindbûna bihayên enerjiyê û enflasyona cîhanî.

Piştî danûstandinên demdirêj, di 17ê Hezîranê de Amerîka û Îranê agirbestek îmze kirin.

Di vê agirbestê de herwiha bernameyeke demî jî hebû ku her du welat li ser gelek mijaran, di nav de bernameya nukeleerê ya Îranê, danûstandinan bikin, bi mebesta gihîştina lihevkirineke mayînde. Lê belê bi destpêkirina şer û pevçûnan dahatûya guftûgoyan ne zelal û ne diyar e.

 

Parve bike: