TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Amerîka li dronên Îranê xistin

📅 13 hezîran 2026 09:01
CENTCOMê ragihand ku hêzên Amerîkayî li gelek firokeyên bêmirov ên Îranê ku hewl didan li keştiyên bazirganî yên di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn bixin, xistine.

RûpelNews -

Serfermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyekê nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îranê bi gelek dronan hewl da ku êrîş li keştiyên bazirganî yên ku di Tendava Hurmûzê re derbas dibin bike. Hêzên Amerîkayî hemûyan xistine."

CENTCOMê ragihand ku korîdora bazirganiyê ya navneteweyî ji bo derbasbûnê vekirî dimîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh tekez kir ku peymaneke bi Îranê re nêzîkî temamkirinê ye û destnîşan kir ku karên dawî yên li ser metna berfireh a peymanê berdewam dikin.

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf jî li ser danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de got: "Aştî qet ewqas nêzîk nebûye."

Tevî hewldanên dîplomatîk ji bo misogerkirina peymanekê di navbera Washington û Tehranê de aloziyên leşkerî li herêmê berdewam dikin.

Parve bike: