Amerîka li dijî Çînê ket nav tevgerê
PeyamaKurd – Piştî seredana seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi ji bo Taywanê ku Çînê nerazîbûna xwe diyar kiribû û bi rojan bi balafir û keştiyan li dora Girava Taywanê tetbîqatan kiribû, îro ji Koşka Sipî tevegerekî li dijî kiryarên Çînê hat kirin. Amerîka, bangî serbalyozê Çînê yê li Amerîkayê bangî Qin Gang kir ji bo here Koşka Sipî.
Berdevka Koşka Sipî Karine Jean-Pierre û koordînatorê Koşka Sipî yê konseya ewlehiyê û danûsitendina stratejîk John Kirby, bi hevre civîneka çapemeniyê lidarxistin. Li ser seredana Pelosi ji bo Taywanê ragihandinan kir. Kirby got ku wan tevgerên leşkerî yên Çînê yên li derdora Taywanê şermezar kirine û tevgerên ne berpirsiyarîne û weha got:
“Demeke dirêje li herêmê û Buhura Taywanê hedefa me ew e ku em aramî û îstîqrarê bicîh bînin û tevgerên ku li hemberê vê hedefa me dijberin yên Çînê em şermezar dikin. Çîn ji bo van kiryaran bike, weka bahane seredana Pelosiyê ya Taywanê nîşan da. Me texmîn dikir ku wê Çîn weha bike. Em bende ne ku tevgerên Çînê dewam bikin û di rojên pêşiya me de jî dê bertekên Çînê dewam bikin.
Piştî van tevgerên Çînê, me bangî serbalyozê Çînê yê li Amerîkayê Qin Gang kir ji bo were Koşka Sipî û ji bo van tevgeran Çînê sûcdar kir. Me got ku kiryarên Çînê li dijî hedefa me ye ku ji kengê de ye ji bo em li herêmê aramiyê îstîqrarê pêkbînin,dixebitin.”