TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka li Dêrazorê binkeyeke din a leskerî çêdike

📅 09 gulan 2020 11:53

PeyamaKurd - Amerîka binkeyeka din a leşkerî li herêma Dêrazorê ya Sûriyê çêdike.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) belav kiriye, Hêzên Amerîka li devera El-cezrat a parêzgeha Dêrazor ya Sûriyê kiriye, dest bi çêkirina binkeyeka leşkerî kiriye.

SOHRê daye zanîn, ji ber ku ev çend roj in hêzên Amerîkî gelek alavên leşkerî derbasî wir kirine.

Li gorî agahiyên wê saziya sivîl, Hêzên Amerîka ji bilî avakirina wê binkeya leşkerî, dest bi berferehkirina binkeya xwe ya li zeviyên petrolê yên li devera El-Umer kirine ku dikeve rojhilatê Dêrazorê.

El-Umer mezintirîn zeviya petrolê ye li herêma Dêrezorê û ji aliyê HSDê ve ji DAIŞê hatibû stendin.

 

Parve bike: