TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

'Amerîka ji roja şemiyê û pê de amade ye êrîşî Îranê bike'

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 19 sibat 2026 14:12
Li gorî medyaya amerîkî, rayedaran diyar kirine ku artêş dê di nav çend rojan de ji bo êrîşa li ser Îranê amade be.

RûpelNews - Wekî ku ji aliyê medyaya amerîkî ve hatiye ragihandin, berpirsên payebilind ên ewlehiya neteweyî Serok Donald Trump agahdar kirine ku artêş dê ji roja şemiyê û pê de ji bo êrîşeke li ser Îranê amade be.

Trump hêj derbarê çalakiya leşkerî de biryara dawiyê nedaye û vê mijarê bi şêwirmendên xwe yên payebilind re gotûbêj dike.

Di vê navberê de, Qesra Spî metirsiyên zêdebûna aloziyên herêmî û encamên siyasî û leşkerî yên paşvekişînê dinirxîne. Lêbelê tevî danûstandinên Cenevreyê yên di navbera Washington û Tehranê de, di rojên dawî de daxuyanî tundtir bûne.

Trump roja çarşemê li ser Truth Social nivîsî, "Eger Îran peymanê neke, dibe ku pêwîstiya DYAyê bi bikaranîna Diego Garcia û baregeha hewayî ya Fairfordê hebe ji bo ji holê rakirina êrîşeke muhtemel a ji rejîmeke pir nearam û xeternak."

Şêwirmendekî nêzîkî Trump ji Axios re got, "(Trump) sebra xwe winda dike. Kesên li dora wî hene ku li dijî şerekî bi Îranê re hişyarî didin, lê ez bawer dikim ji sedî 90 îhtîmal heye ku em ê di hefteyên pêş de çalakiya kînetîk bibînin."

Çavkaniyên ku ji medyaya Amerîkî re axivîn gotin ku operasyoneke leşkerî  ya DYAyê dê bi îhtimaleke mezin bi hevkariya Îsraîlê were meşandin, dê operasyoneke berfireh be ku bi hefteyan bidome û rêveberiya Trump ji ya ku amerîkî difikirin nêzîktirî şerekî mezin li Rojhilata Navîn e.

Li gorî rayedarên amerîkî, hatina keştiya hewayî ya USS Gerald Ford di rojên pêş de bo Deryaya Spî ya Rojhilat dê di diyarkirina dema êrîşan de roleke sereke bilîze.

Keştiyeke hewayî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, çendîn keştiyên şer ên moşekbar û keştiyên şer ên peravê yên ku dikarin di avên nekûr de bixebitin, li avên derdora Îranê hatine bicihkirin.

Di heman demê de, li gorî raporeke CBSê ku behsa gelek karbidestên amerîkî dike, Pentagon dê di nava sê rojan de, beriya operasyoneke pêşbîn a Amerîkayê û tolhildana Îranê, hinek karmendên xwe ji Rojhilata Navîn bi awayekî demkî bikişîne DYA an Ewropayê.

Parve bike: