TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Amerîka, ji peymana navbera hukumeta Afxan û Talîbanê raziye.

📅 03 berfanbar 2020 00:19

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Amerîka ji peymana navbera hukumeta Afxanistanê û Talîbanê, muzakereyên ku dewam dikin û ji pêşdeçûnan raziye. Pompeo peymanê û pêşdeçûna peymanê weka noqteya herî girîng binav kir. Pompeo weha got:

“Amerîka peymana navbera rêvebiriya Afxanistanê û Talîbanê bi rizamendî pêşwaz dike. Peymana îro, bo hevdîtinên aştiyê yên ku di 12 ê êlûnê de destpêkirin, noqteyekî girîng e.”

Parve bike: